Li Herêma Kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê, îro sala nû ya xwendinê ya 2023-2024an dest pê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li dibistana Gundê Koriyê yê Hewlêrê, li zengila destpêkirina sala nû ya perwerdeyê ya 2023-2024an da. 

Mesrûr Barzanî di merasîma destpêkirina sala nû ya perwerdeyê de axivî:

Mesrûr Barzanî di despêka axaftina xwe de destpêkirina sala nû ya xwendinê li xwendekar û mamosteyan pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dizanin ku kêmasî hebûn lê wan gelek hewl daye ku di warê perwerdeyê de reforman bikin û karê baş jî hatine kirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku dersdayîna mamosteyan cihê serbilindiyê ye û spasiya mamosteyan kir ku wan nehiştiye perwerde raweste. 

Di beşeke din a axaftina xwe de Mesrûr Barzanî diyar kir ku yek ji sedemên pêşketina welatan ew e ku nifşên nû baştir bêne perwerdekirin û wiha pê de çû:

“Perwerde û xwendin rûyê paşeroja welatê me nîşan didin, ji ber wê em girîngiyeke mezin didin perwerde, xwendin û nifşên nû yên Kurdistanê. Em dixwazin xwendin û perwerde awayê herî baş bi pêş bikevin.

Mesrûr Barzanî herwiha got, ew spasiya mamosteyan dike ku tevî rewşa darayî ya zehmet hemû hewlên xwe didin ji bo derbaskirina vê rewşa niha.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 1,7 milyon xwendekaran hene.