Putîn û Kim Jong-un civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hatin ba hev.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Putîn û Kîm li Baregeha Fezayê ya Vostonçniyê civiyan.
Kîm spasiya Putîn kir ku wî ew vexwendiye Rûsyayê.
Putîn ragihand ku serdana Kim Jong-un di dîrokeke gelekî girîng de çêbûye û got:
"Ez bi dîtina we gelekî kêfxweş im. Ev bûyerên girîng salvegera 75emîn a avabûna Komarê ye, salvegera 70yemîn ya Şerê Rizgariyê yê Mezin e, salvegera 75emîn ya avabûna têkiliyên dîplomatîk e."
Her du serok li baregehê geriyan û wan atolyeya montajê ya "Angara"yê ya ku roketan dişîne fezayê û dezgeha wesayîta fezayê "Soyuz-2"yê ziyaret kir.
Dema Putîn û Kim li baregehê lêkolîn dikir, Serokê Ajansa Fezayê ya Federal ya Rûsyayê (Roscosmos) Yuriy Borîsov û Rêvebirê Giştî yê Navenda Operasyona Binesaziyê ya Fezayê Nikolay Nesterçuk jî agahî dan.
Piştî hevdîtinê her du serok bi şandeyên xwe re civiyan.