Zarokên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampan dest bi xwendinê kir

13-09-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Xwendin Penaberên Rojavayê Kurdistanê Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê, îro sala nû ya xwendinê ya 2023-2024an dest pê kir.

Zarokên penaberên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku li kampên Herêma Kurdistanê dijîn, serê sibê zû ji xew rabûn û berê xwe dan dibistanan.

Yekem roja Elînê ye li dibistanê û ew bi kelecan e.

8 sal e malbata Elînê li kampa Dareşikranê ya li Herêma Kurdistanê dimîne.

Elîn yekem zaroka vê dayikê ye ku bi Kurdî dixwîne.

Lewma ev dayike hem bi keyfe û hem tiris jî li cem heye.

“Em dixwazin fêrî Kurdî bibe”

Evîn Hesen dayika Elînê got, “Ev ji min re piçekî zehmet e.

Dê bi Soranî bixîwne. Ez bi Soranî nizanim.

Dersên zarokên min ên din bi Erebî bûn, heta pola 6an jî min dersê dida wan.

Lê ya vê keça min, ez bi Soranî nizanim ka ezê di çawa dersê bidimê.

Welle em dixwazin fêrî Kurdî bibe lê piçekî zehmet e.

Ew dê fêr bibe lê heta 2-3 salan em dê zehmetiya bikişînin.”

Ji bilî Elînê, îsal 200 xwendekarên din ên pola 1ê li dibistana kampa Dareşikranê hatine wergirtin.

Di çarçoveya siyaseta tevlîkirina paneberan a di nava civaka Herêma Kurdistanê de, 2 sal in, Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, programên xwendinê di dibistanên penaberan de dide xwendin, lewma ew niha ji pola 1ê heta ya 5an bi Kurdî dixwînin.

“Wan berê bi Erebî dixwend lê niha hemû wane bi Kurdî ne”

Rêveberê Dibistana Perwer a Kampa Dareşikranê Şemal Hesen got:

"Wan berî niha bi zimanê Erebî dixwend, lê niha hemû waneyên wan bi zimanê Kurdî ne.

Bi rastî ji aliyê xizmetguzariyê ve gelek kêmasiyên me hene.

Bi taybetê dema dewama danê sibê elektrîk nîne.

Li Kampa Dareşikranê sibehan elektrîk tune ye lewma ev yek ji bo me hinekî astengiyan derdixe."

Li Kampa Dareşikranê hezar û 290 xwendekar hene

Îsal li dibistana Kampa Dareşikranê ji pola 1î heta pola 9an hezar û 290 xwendekar hene.

Mamosta Nisrîn 7 sal e li vê dibistanê kar dike.

Bi gotina Nisrînê, salane hejmara xwendekaran zêde dibe û pêwîstiya wan bi polên zêdetir heye.

“Nêzîkî 70 xwendekarî di polekê de dimînin”

Mamosta Nisrîn Ebasê wiha anî ziman:

"Nêzîkî 70 xwendekar di yek polê de dimînin. Ev hejmareke zêde ye.

Helbet bandorê li ser xwendina xwendekaran dike, ji ber ku em nikarin wan kontrol bikin."

Li Herêma kurdistanê nêzikî 33 hezar xwendekarên ji Rojavayê Kurdistanê hene.

Ev xwendekar li 57 dibistanan dixwînin ku piraniya wan li parêzgeha Hewlêrê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst