Şandeya Kurdên Êzidî li Amerîkayê ye: Pêwîst e xelk li Şingalê vegere

13-09-2023
Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mîr Hazim Tehsîn Beg Kurdên Êzidî Washington Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku “Pêwîst e xelk li Şengalê vegere. Ev ji bo me mijara sereke ye.”

Şandeya Kurdên Êzidî ya bi pêşengiya Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, li Amarîkayê ye.

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, li ser serdana xwe ya Amerîkayê agahî dan nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê ji Sînan Tuncdemîr.

“Pêwîst e xelk li Şengalê vegere”

Mîr Hazim Tehsîn Beg, li ser hevdîtinên xwe yên Amerîkayê wiha axivî:

“Me ji Washingtonê dest bi hevdîtinan kir. Nûnerên wezareta Amarîkayê em qebûl kirin. Wan di hevdîtinan de rewşa Êzidiyan û Şengalê ji me pirsî.

Me rewşa Êzidiyan bi giştî nirxand. Bi taybetî jî rewşa Êzidiyên ku di kampan de dimînin û bêserûşûn bûne. Me ji bo wan daxwaza çareseriyê kir.

Pêwîst e xelk li Şengalê vegere. Ev ji bo me mijara sereke ye.”

“Çarenûsa 3 hezar û 400 jinên Êzidî ne diyar e”

Mîr Hazim Tahsîn Beg, li ser jinên di destên DAIŞê de jî ev agahî dan:

“Zêdeyî 6 hezar û 400 jinên Êzidî ketine destên DAIŞê. Bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî 3 hezar jin hatin vegerandin lê çarenûsa 3 hezar û 400 jinan ne diyar e.

Me xwest bi taybetî bi vê mijarê re jî eleqedar bibin.

Di hevdîtinan de me encamên baş wergirtin. Nûnerên ku em qebûl kirin got ku ‘Êzidî rûbirûyî komkujiyeke mezin bûne û em dê ti carî wan terk nekin. Em dê hewl bidin alîkariya wan bikin.’

Wan gotin ku dê herin serdana Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û dê werin Laleşê jî.”

“Gelek tişt hatine serê Êzidiyan”

Mîr Hazim Tahsin Beg têkildarî Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê Almanyayê ve hatine dersînorkirin jî got:

“Gelek tişt hatine serê Êzidiyan. Pêwîst e hemû welat bi vê hestyariyê nêzîkî wan bibin.”

Mîr Hazim Tahsin Beg herwiha diyar kir ku wan di hevdîtinan de qala vê mijarê jî kiriye û bersivên erênî wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst