Li Xarpêtê pevçûna du grûpan: 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de pevçûn derket û di endamê de 3 kes birîndar bûn.

Bûyer, derengê şeva borî li Xaçerêya Îmam Efendiyê ya li Taxa Ataşehîrê qewimî.

Heta niha nayê zanîn ka pevçûn ji ber çi derketiye.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, ji ber sedemeke nediyar nîqaş di navbera her du grûpan de çêbûye û piştre veguheriye pevçûnê bi çekan.

Di wî şerê bi çekan de 3 kes birîndar bûn, birînên yekî ji wan giran in.

Li ser agahdarkirina aliyên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.