Li Gurgumê lehî rabû: Kewarên mêşan li ber avê çûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana dijwar lehî rabû 45 Kewarên Mêşê hingivê welatiyan li ber avê çûn.

Li gundê Gaban ya ser bi navçeya Andirînê ve piştî barîna baranek zêde lehî rabû.

Di encama lehiyê de ji 220 kewarên mêşê hingivê welatiyê bi navê Fatîh Demîrcîoglu 45 jê li ber avê çûn û ziyaneke mezin gihîştiye mêşên wan.

Piştî lehiyê tîmên ser bi şaredriya bajêr û Rêvebriya Çandinî û Daristanan li vê herêmê dest bi kar kirin.