Beşek ji malbatên Rojavayê Kurdistanê naxwazin zarokên wan bi Kurdî bixwînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê îsal ji polên 1 heta 4 yên xwendevanên penaberên Rojavayê Kurdistanê dê bi Kurdî bixwînin, lê beşek ji malbatan naxwazin zarokên wan bi Kurdî bixwînin û zarokên xwe naşînin dibistanan.

Sala nû ya xwendinê di nava kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê de ji salên borî cudatir destpê dike.

Îsal bi biryara Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê, programên xwendinê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava dibistanên penaberan de hate pesendkirin.

Malbatên xwendekaran di navbera razî û nerazîbûnê de ne. Yên ku zarokên xwe şandine û yên ku prose baykot kirine jî hene.

Penabera ji Rojavayê Kurdistanê, Cîhan Remo dibêje, "Guhertina programa xwendinê ji nişkekî ve karekê şaş e. Ez bi xwe weku dayik nizanim bi Kurdî bixwînim, lewma bo min gelekî zehmete ku ez zarokên xwe bidim xwendin yan jî dersên wan ji bo wan şirove bikim."

Hacer Silo koçbereke din a ji Rojavayê Kurdistanê jî got, "Em ne li dijî zimanê Kurdî ne, ji ber ku em Kurd in, lê em weku malbat ne amade ne, herweha zarokên me jî ne amade ne ji vê guhertina ku di nava programên xwendinê re çêdibe."

Heyfa Yûsif jî anî ziman, "Kurê min pola 6ê ye û keça min pola 9ê ye û îro min kurê xwe yê biçûk jî anî dibistanê, lê bi rastî min bawerî bi xwendina bi zimanê Kurdî nîne ji ber ku ez nizanim bi Kurdî bixwînin, ma ezê çawa dersên kurê xwe jê re şirove bikim."

Ev biryar di çarçoveyê siyaseta têkilkirina panberan di nava jîngeha Herêma Kurdistanê de ye ku pola 1 heta 4ê bineretî li xwe digre.

Dibistaneke di nav kampê de ya xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên pola 1 heta 4ê li xwe digre, ji bo sala xwendinê ya îsal, navê 1000 xwendekaran hatine tomar kirin, lê weku nerazîbûn ji aliyê malbatên xwendekaran re, îro tenê 200 xwendekar amade bûn.

Li gor rêveberatiya dibistana kampa Kewrgosk, siyaseta têkilkirinê dem jêre dive, serbarî vekirina wan ji xulên ziman re.

Rêveberê Dibistana Kampa Kewirgoskê Rewend Necat ragihand, "Ev prose di çarçoveyê siyaseta têkilkirina penaberaye di civaka Herêma Kurdistanê de ye, lewma me berî mehekî dest bi vekirina xulên ziman ji bo xwendekaran kir, herweha me xulên ziman ji bo mamosta û malbatan jî kir. Em dixwazin ku xulên ziman berfirehtir bibin ji bo ku xwendekar bi rengekê baştir tevlî vê proseyê bibin."

Li Herêma Kurdistanê 32100 xwendikarên rojavayê Kurdistanê hene, dabeşkirîne li ser 57 dibistanan, piraniya wan xwendekaran li sinûrê parêzgeha Hewlêrê ne, li tevahiya van dibistanan nerazîbûn li nava malbatên xwendekaran de heye.