Mesrûr Barzanî zengil lêda; Sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê destpê kir

13-09-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Sala nû ya xwendinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li dibistana Eylûl a li qezaya Berdereş a parêzgeha Duhokê amade bû û zengilê sala nû ya xwendinê lêda û bi fermî sala xwendinê ya 2022-2023 li Herêma Kurdistanê destpê kir.

Îro li Herêma Kurdistanê deriyê dibistanên hikûmî û nehikûmî hatin vekirin û bi fermî sala nû ya xwendinê dest pê kir. Îsal li Herêma Kurdistanê zêdetirî 1 milyon û 885 hezar û 400 xwendekaran berê xwe da navendên xwendinê.

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 126 hezar mamoste hene ku 30 hezar ji wan wanebêj in.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îsal ji bo vekirina deriyên dibistanan di sala nû ya xwendinê de serdana parêzgeha Duhokê kir û li qezaya Berdereş a wê parêzgehê li dibistana Eylûl amade bû û zengilê destpêkirina sala xwendinê ya 2022-2023 lêda.

Di merasima destpêkirina sala nû ya xwendinê de, xwendekaran sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” xwendin û di merasimekê de “Ala Kurdistanê” li hewşa dibistanê hat bilindkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de hêviya serkeftinê ji xwendekaran û mamosteyan re xwest û ragihand, “tevî gelek krîzan me nehişt proseya xwendinê raweste”. Mesrûr Barzanî spasiya maosteyan jî kir û ragihand, di du salên bihorî de ji bo berdewamiya proseya xwendinê mamosteyan gelek qurbanî dane.

Mesrûr Barzanî herwiha tekezî ser çareserkirina pirsgirêkên proseya xwendinê jî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe bo Wezareta Perwerdeyê nîşan da û got, “ji bo pêşvebirina sektora perwerdeyê pêwîstiya me bi zanisteke baştir heye.”

Di beşeke din a gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser parastina nirxên bilind ên civakê yên wek “pêkvejiyanê” li Herêma Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir, “beşek ji krîzan bi qestî û plan bo Herêma Kurdistanê hatine çêkirin daku pêşketina wê rawestînin” û destnîşan kir, “em dixwazin bibin xwedî aboriyeke bihêz daku derfetên kar ji bo hemwelatiyên xwe peyda bikin.”

Li gor amarên Wezareta Perwerdeyê, li Herêma Kurdistanê bi giştî 6 hezar û 805 dibistan û navendên xwendinê hene, lê hê jî pêwîstiya wezaretê bi 3 hezar avahiyên din jî heye ji bo ku xwendina du û sê şîft li hin dibistanan nemîne.

Ji bo sala nû ya xwendinê, nêzîkî 16 milyon pirtûk hatine çapkirin.

Îsal xwendekarên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin, dê bi programa Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bixwînin û dersa wan dê bi Kurdî be.

Li gor amarên Wezareta Perwerdeyê ji sala 2018an heta sala 2022ê, li Herêma Kurdistanê 59 dibistanên nû hatine çêkirin ku beşek ji aliyê hikûmet, beşek ji aliyê xwebexş û hindek jî ji aliyê rêxistinan ve hatine çêkirin.

Di 4 salên dawî de 745 dibistan hatine nûjenkirin, 1000 dibistan jî beşek wan hatiye nûjenkirin, herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî 200 dibistan bi bihayê du milyon dolar nûjen kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê demê de 46 milyar û 600 milyon dînar terxan kiriye bo avahiyên dibistanê. Îsal 13 dibistanên nû hatine çêkirin û 60 dibistan jî hê nehatine temamkirin ku ji ber krîza aborî hatibûn rawestandin, dê niha bên temamkirin. Wate 73 dibistanên din jî di demeke kurt de dikevin warê xizmetê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst