Emîne Şenyaşar bo dadgehê: Kê zarokên min kuştin?

13-09-2022
RÛDAW
Nîşan Emîne Şenyaşar Malbata Şenyaşar Riha Îbrahîm Halil Yildiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, Emîne Şenyaşar ku du kur û hevjînê wê 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de ji aliyê malbat û parêzvanên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz ve hatibûn kuştin, îro bi hinceta heqaret li Îbrahîm Halil Yildiz kiriye hat darizandin.

Malbata Şenyaşar ji bo dadmendî bê cîbicîkirin û pêvajoya dadgehê ya kuştina 3 endamên wan bê destpêkirin 554 roj in li ber Dadgeha Rihayê “Nobeta Edaletê” digre. Parêzerên Îbrahîm Halil Yildiz bi hinceta 12ê Tebaxa 2021ê di 157emîn roja “Nobeta Edaletê” de li pêş Dadgeha Rihayê heqaret li Yildiz kiriye, li dijî Emîne Şenyaşar gilî tomar kirin.

Dozgeriya Rihayê li ser giliyê parêzerên Yildiz, derbarê Emîne Şenyaşar de doz vekir û yekemîn rûniştina darizandina Emîne Şenyaşar li Dadgeha Rihayê, îro 13ê Îlona 2022ê birêve çû.

Emîne Şenyaşar: Ev dewleteke çawa ye, hikûmeteke çawa ye?

Ji ber Emîne Şenyaşar bi Tirkî nizane, nivîskarê fermî yê li dadgehê ku bi Kurdî dizanibû tercumanî bo Şenyaşar kir.

Bi destpêkirina dadgehê dadwer ji Emîne Şenyaşar pirsa “çend zarokên te hene?” kir, Emîne Şenyaşar jî got: “Zarokên min kuştin, yek jî girtin. Li nexweşxaneyê hevjîn û 2 kurên min kuştin. 7 zarokên min hebûn, xwestin hemûyan bikujin. Li ber çavên min zarokên min kuştin.”

Dadwer li ser gotinên Şenyaşar got: “Behsa bûyerê nekin, ka bêje we çima heqaret kir?”, Emîne Şenyaşar li ser gotinên dadwer got: “Li nexweşxaneyê mirov nayên kuştin. Tomarên kamerayên nexweşxaneyê dizîn. Ez heqê xwe helal nakim. Kê zarokên min kuştin? Ev dewleteke çawa ye, hikûmeteke çawa ye?”

Piştî axaftinan dadgehê doz bo 9ê Adara 2023ê paş xist. Hejmareke zêde ya parêzer, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, berpirsên HDPê yên Rihayê û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li dadgehê piştgirî dan Malbata Şenyaşar.

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn.

Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 554 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeta Edaletê de ne. Kurekî wê jî hatiye girtin û 39 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst