Li Cizîrê DEDAŞ ligel sedan leşkeran çû gundê Newala Îsa Axa
Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) ji bo karê elektrîkê ligel bi sedan leşkerên Tirkiyê çûn gundê Newala Îsa Axa ya navçeya Cîzîrê ser bi parêzgeha Şirnex ya Bakurê Kurdistanê.
Hevserokê Berê yê Şaredariya Cizîrê ya HDP Mehmet Zirig ku sala 2019ê li şûna wî qeyûm hatiye danîn, li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmen belav kirin û dibêje: “Dewlet bo faturaya elektrîkê li Cizîrê serferber bûye. Ev der ne Ukrayna ye, Newala Îzaga ser bi Cizîrê ye.”
Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Imir jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê heman dîmen parvekirine û dibêje:” Terora DEDAŞê li Cizîrê, yekîniyên leşkerî û hêza polîsan gundê Newala Îsa û her derê wê dorpêç kirine. Gelo artêş û hêza polîs êdî girêdayî DEDAŞê ne.”
Li gor agahiyan DEDAŞ bi armanca jimêrka elektrîkê li ser sitûnan girê bide çûye gund û ji bo rê li ber nerazîbûna welatiyan bigre bi sedan hêzên ewlekariyê ligel xwe birine. Di Temûza îsal de jî bi heman awayî tîmên DEDAŞê ligel leşkeran çûbûn gund û di encam de 20 kes hatibûn desteserkirin û 6 kes jî birîndar bûbûn. Li gor zanyariyên dawî heta niha li gund heman rewş berdewam e.
CİZRE de elektrik faturası kesmek için devlet seferber olmuş.
— Mehmet ZIRIĞ (@mehmetzr2) September 13, 2022
Gürültüler ukrayna dan değil.
CİZRE newala izağa pic.twitter.com/huvSI7e8XV