Li Cizîrê DEDAŞ ligel sedan leşkeran çû gundê Newala Îsa Axa

13-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) ji bo karê elektrîkê ligel bi sedan leşkerên Tirkiyê çûn gundê Newala Îsa Axa ya navçeya Cîzîrê ser bi parêzgeha Şirnex ya Bakurê Kurdistanê.

Hevserokê Berê yê Şaredariya Cizîrê ya HDP Mehmet Zirig ku sala 2019ê li şûna wî qeyûm hatiye danîn, li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmen belav kirin û dibêje: “Dewlet bo faturaya elektrîkê li Cizîrê serferber bûye. Ev der ne Ukrayna ye, Newala Îzaga ser bi Cizîrê ye.”

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Imir jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê heman dîmen parvekirine û dibêje:” Terora DEDAŞê li Cizîrê, yekîniyên leşkerî û hêza polîsan gundê Newala Îsa û her derê wê dorpêç kirine. Gelo artêş û hêza polîs êdî girêdayî DEDAŞê ne.”

Li gor agahiyan DEDAŞ bi armanca jimêrka elektrîkê li ser sitûnan girê bide çûye gund û ji bo rê li ber nerazîbûna welatiyan bigre bi sedan hêzên ewlekariyê ligel xwe birine. Di Temûza îsal de jî bi heman awayî tîmên DEDAŞê  ligel leşkeran çûbûn gund û di encam de 20 kes hatibûn desteserkirin û 6 kes jî birîndar bûbûn. Li gor zanyariyên dawî heta niha li gund heman rewş berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst