Ji bo vekirina deriyê sînorî yê Rûbarok-Mêrgesorê şandek serdana Enqere û Hewlêrê dike

13-09-2022
RÛDAW
Kampanya ku bi armanca vekirina deriyê sînorê Rûbarokê hatibû destpêkirin bi dawî hat.
Kampanya ku bi armanca vekirina deriyê sînorê Rûbarokê hatibû destpêkirin bi dawî hat.
Nîşan Rûbarok-Mêrgesor Colemêrg Şemzînan Bakurê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Pîşekar a Colemêrgê Muharrem Tekîn ragihand ku ji bo hewlên vekirina deriyê sînorî Rûbarok-Mêrgesorê, wek plankirine şandekê amade dikin ku serdana Enqere û Hewlêrê bikin.

Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Pîşekar a Colemêrgê Muharrem Tekîn bo Tora Medyayî Rûdawê ragihand ku Duşembê 12ê Îlona 2022ê ew kampanya ku bi armanca vekirina deriyê sînorê Rûbarokê hatibû destpêkirin bi dawî hat.

Muharrem Tekîn diyar kir ku zêdeyî 10 hezar îmze hatine komkirin û bi dawîbûna vê kampanyayê dê van îmzeyan bo her du aliyan (Tirkiye û Herêma Kurdistanê) bişînin û got: “Xelkê me yê deverê êdî dixwaze zehmetiyên li pêş wan rabin.”

Tekin amaje bi wê yekê da ku wek plankirine şandekê amade dikin ku serdana Enqere û Hewlêrê bikin û got: “Ev şande dê li Enqerê ligel çend berpirsên peywendîdar hevdîtinan pêk bînin ku yek ji wan Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş e. Piştî van hevdîtinan şande dê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên peywendîdar bicive. Şandê îmzeyên hatine komkirin pêşkeşî herdu aliyan bike.”

Bi gotina Tekîn li aliyê Herêma Kurdistanê jî ji bo vekirina derî liv û tevgerekê destpê kiriye.

Nêzikî 11 sal in ku xelkê Şemzîna û Rûbarokê li benda vekirina deriyê sînorî Rûbarok-Mêrgesorê ne. Heta niha gelek caran soza vekirina derî ji aliyê berpirsên hikûmeta Tirkiyê ve hatine dan, lê tevî ku derî di fermiyetê de vekiriye jî lê belê heta niha kar pê nayê kirin.

Derbarê sedema venekirina derî de jî Tekîn got: “Aliyê Tirkiyê ji me re dibêje pirsgirêk aliyê Herêma Kurdistanê ye. Lê weke em dizanin ew cihê ku ji bo derî hate diyarkirin xeletî di wê derê de heye, ji ber ku di aliyê Herêma Kurdistanê de ti rêyek li wê derê nîne. Ez di wê baweriyê de me ji ber ve ykê heta niha derî nehate vekirin.”

Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Pîşekar ya Colemêrgê herwiha da zanîn ku eger deriyê navborî vebe xelkê deverê di heyama saetekê bigihêje Diyana û du seatan jî bigihêje Hewlêrê, lê niha bi derîyê Çêlê re herî kêm 12 saet derbas dibin. Di heman demê de sûda wê dê ji bo aboriyê herdu aliyan jî hebe.”

Kampanya komkirina îmzeyan bi serpereştiya Odeya Esnaf û Pîşekar ya Colemêrgê 23ê Tebaxa 2022ê destpê kiribû û di 12ê Îlona 2022ê roja Duşembê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst