Ziyana operasyonên Tirkiyê 6 milyar dînar derbas kir

13-09-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Ji ber operasyonên Tirkiyê zêdetirî 22 donimên erdê daristanan şewitîne,
Ji ber operasyonên Tirkiyê zêdetirî 22 donimên erdê daristanan şewitîne,
Nîşan Operasyonên Tirkiyê Berwarî Bala Kêste Zinarê Kêste
A+ A-

Berwarî Bala (Rûdaw) - Operasyona Artêşa Tirkiyê li devera Berwarî Bala ji 23 meha Nîsanê ve berdewam e û xelkê 5 gundan koçber û derbider bûne û zêdetir ji 22 donimên erd hatine şewtandin û ziyana operasyonê jî 6 milyar dînar derbas kir.

Cotkarekî gundê Kêste ku jiyana xwe hemû li wî gundî derbas kiriye, niha koçberî Zaxo bûye dibêje, bi wî nexweş e, ew ji sala 1943 ve lî Kêste bûye, wî ajel û pez hebûn lê tiştek nema.

Li gor pêşbîniyan ziyanên operasyonên Tirkiyê li devera Berwarî Bala, 6 milyar dînar derbas kirine. Heya niha ti demek ji bo bidawîhatina operasyona Tirkiyê jî nehatiye diyarkirin.

Mihemed û hevjîna xwe xelkê gundê Kêste ne, lê ew derbider bûne û hatin e cem nasekî xwe li gundê Çelkê û zarokên wan çûne Zaxo.

Ew mane û her çaverêyî arambûna rewşê ne û tevî ku operasyona artêşa Tirkiyê berdewam e, lê ew naxwazin ji gundê xwe derkevin.

Mihemed Silêman, Cotkar, “Bi min nexweş e, min emrê xwe li Kêste derbas kiriye, 1943an ji dayîk bûme, ji wê demê ve ez li Kêste me, min pez hebû, ajel hebûn, hemû çûn.”

Li gor amarên Rêveberiya Kanî Masê ji ber operasyonên Tirkiyê zêdetirî 22 donimên erdê daristanan şewitîne, ji ber hindê çerwan nemaye.

Îwxena Xuşaba, muxtarê gundê Çelka Krîstiyanan, dibêje, “Çiyayê me hemû şewitiye, çerwan nemaye, hinek mabe jî, ew jî ev du meh in em li ser in û tenê zibil û ax yên mayî û tiştek din nemaye.”

Li gor amarên kargêriya deverê, ziyana ji ber operasyona Tirkiyê li devera Berwarî Bala gihiştiye nêzikî 6 milyar dînar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst