Li Çelê dest bi çinîna berhemê kunciyan hat kirin

13-09-2021
RÛDAW
Li Colemêrgê çandiniya kunciyan di mehên biharê de destpêdike û cotkar di destpêka payîzê de dest bi cinîna berhemê xwe dikin
Li Colemêrgê çandiniya kunciyan di mehên biharê de destpêdike û cotkar di destpêka payîzê de dest bi cinîna berhemê xwe dikin
Nîşan Tehîn Colemêrg Bakurê Kurdistanê Kuncî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kunciyên ku bi ked û zehmeteke zêde tê bidestxistin, ji bo ku bibin Tehîn ango raşî di çendîn proseyan de derbas dibe, di vê raporê de li hûrguliyên zêdetir ên çêkirina Tahînê li Colemêrgê bibînin.

Tehîn ango raşî cureyeke xwarinê ye ku ji kunciyan tê çêkirin.  Lê çêkirina wê ne bi qasî xwarina wê hêsan e.  Li navçeya Çelê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê çandiniya kunciyan di mehên biharê de destpêdike û cotkar di destpêka payîzê de dest bi cinîna berhemê xwe dikin. 

Kunciyên ku tên durûn ji bo ku hişk bibin bi qasî 20 rojan li ber tavê tên ragirtin û piştre tên bêderkirin.

Welatî Semih Demir dibêje: “Em di navbera meha Gulan û Hezîranê de dest bi çandina wan dikin û di mehên  Îlon û Cotmehê de dest bi berhevkirina wan dikin. Em hemû gundî di navbera xwe de alîkariya hev dikin. Piştre em wan hişk dikin. Piştî ku hişk bûn, em  bêjing dikin û piştre dibin aş. Li aş jî dibe  tehîn û em wê difiroşin. Ya ku zêde dimîne jî, ji xwe re radikin. Axa Çelê gelek bi xêrûbêr e. Kunciyên wê jî xwezayî ne. ji ber vê yekê tahîna wan jî gelek bi tam e."

Kunciyên ku bi ked û zehmeteke zêde hatine bêderkirin, ji bo ku bibin tehîn di çendîn proseyan de derbas dibin, ku yek ji wan jî, şûştina wan e. Kunciyên ku tên şûştin ji bo ku nerm bibin, şevekê di avê de tên sekinandin û piştre li ser agirê daran tên qelandin.

Welatî Mesut Yaşar jî got: “Proseya niha, proseya duyem anku şuştin e. Piştî  şûştinê jî em kunciyan şevekê di avê de dihêlin ji bo ku nerm bibin û qalikên wan zû jê vebin. Piştre em bi daran wan li wan didin û ji qalikên wan vedikin. Piştî ku şûştina wan bi dawî hat, em wan li ser agirê daran li aşê ku ji axê hatiye çêkirin diqelînin."

Kuncî piştî qelandinê, ji bo ku bibin tehîn bo aşên dîrokî yên avê tên şandin û li wir hebên kunciyan yek bi yek li ber çerxên aş tên hêran û dibin tehîn. Cotkar dibêjin tehîna Çelê xwezayî ye û bi ti awayekî di çêkirina wê de makîne nayên bikaranîn.

Welatî Mesut Yaşar jî got: “Yek ji taybetmendiyên Tehîna Çelê ew e ku bi temamî xwezayî ye û ti madeyek, di çêkirina wê de nayê bikaranîn. Bi ti awayekî di ti proseyeke çêkirina wê de makîne nayên bikaranîn û bi rêûrêbazên xwezayî tê çêkirin.”

Navçeya Çelê 71 kîlometreyan li başûrê parêzgeha Colemrêgê cî digire û hevsînor e ligel Başûrê Kurdistanê. Ji ber avûhewaya wê ya guncav berhemên çandiniyê yên weke, hejîr, birinc, hinar, xurme û kunciyan lê çêdibin. Kuncî yek ji berhmên serekî yên çandiniyê yên wê navçeyê ye. Li gor amarên qeymiqamiya Çelê di sala 2018an de, li seranserî wê navçeyê bi qeberaya du ton û nîvan kuncî dihatin berhemanîn, lê îsal hejmar  bo 10 tonan zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst