USIAD: Divê di navbera Tirkiyê û Iraqê de vîze bên rakirin

13-09-2021
RÛDAW
Cîgirê Serokê USIADê Ahmet Akkurt
Cîgirê Serokê USIADê Ahmet Akkurt
Nîşan Ahmet Akkurt USIAD Herêma Kurdistanê Tirkiye Iraq Vîze Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsaz û Cigirê serokê USIADê Ahmet Akkurt ragihand ku ev demeke dirêj e li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne û got “ji bo ku bêtir bazirganî bê kirin divê di navbera Tirkiyê û Iraqê de astengî bên rakirin.”

Nêzî 40 kompaniyê ku li Tirkiyê kar dikin, ji bo ku pewendiyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê civînek li dar xistin.

Şanda ku karsaz û pişesazan pêk tê li Duhohê dest bi serdana xwe kirine û piştî Hewlêrê dê li Kerkûk, Silêmaniye û Helebceyê civînan pêk bîne.

Cîgirê Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Navneteweyî (USIAD) Ahmet Akkurt beşdarî bultena Rûdawê ya taybe bo Bakur bû û serdana xwe ya bo Herema Kurdistanê nirxand.

Ahmet Akkurt diyar kir ku ew 11 sal in li herêmê ne û ji bo pêşxistina têkiliyên civakî, bazirganî û çandî ew dixebitin.

Akkurt got “Em bi nêzî 40 karsazên re ji 17 parêzgehên Tirkiyê ji bo civîn û hevdîtinên dualî hatin. Em hewl didin ku ne tenê têkiliyên bazirganî di heman demê de têkiliyên mirovî jî tevlî bikin. Me dixwest ku bêtir karsazên ji herêmên rojavayê Tirkiyeyê beşdar bibin.”

Akkurt diyar kir ku ew di serî de sektora avahisaziyê li ser hemû qadan disekinin û destnîşan kir ku qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de bi êrîşên DAIŞê û pandemiyê kêm bûye.

Ahmet Akkurt got jî “Qebareya bazirganiyê di navbera Tirkiye û Iraqê de ji 12 milyar dolarî zêdetir hebû. Bi DAIŞê re heta 7 milyar dolarî daket. Dema ku em bi ser xwe ve hatin, vê carê pandemî derket. Piştre dema ku pandemî derket, bi girtina deriyan re dîsa jî daket. Niha nêzîkî 9 milyar dolar e.”

Akkurt diyar kir ku ew hewl didin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de vîzeyê hêsan bikin û ji bo vê yekê bang li hikûmetên herdu welatan kir û got “Niha em dixwazin biçin Kerkûkê an jî Mûsilê, pirsgirêka vîzeyê heye. Ji kar bikin em hatin vê derê lê pirsgirêkeke wisa dertê pêşiya me. Gava barhilgir ji deriyê Îbrahîm Xelîlê ve dikevin, nikarin biçin başûr, neçar dimînin ku dorse biguherînin. Tê xwetin ku ajokarên Iraqî dewam bikin. Di encama vê de bihatên wan zêde dibin.”

Ahmet Akkurt ragihand ku ew bi serdanên xwe dixwazin astengiyên li ber bazirganiya herdu welatan rakin û wiha berdewam kir “Em hedef datînin û pêş de diçin. Armanca me ya hinardekirinê 50 mîlyar dolar e. Ji bo ku em bigihîjin armanca, divê ev astengî bên rakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst