Welatiyekî Japonî li Xarpetê hat kêrkirin

13-09-2021
RÛDAW
Nîşan Shagon Kameda Japon Ger Xaprêt Kêrkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê Japonî yê bi navê Shagon Kameda ku bi bisiklêta xwe derketibû gera cîhanê li Xarpeta Bakurê Kurdistanê dema ku kon vedabû rastî êrişa bi kêrê hat. Shagon Kameda yê ku ji bo dermankirinê rakirini nexweşxaneyê wiha got "Gera min a bo Tirkiyê qediya."

Shagon Kamenda yê 45 salî 12 sal berê bi bisiklêta xwe dest bi gera xwe ya cîhanê kir û piştî ku li welatên cuda cuda geriya, hat Tirkiyê.

Shagon Kamenda derbasî Bakurê Kurdistanê bû û piştî Mûşê derbasî Xarpetê bû. Kamenda li navçeya Xoxê ya Xarpêtê kon veda û dema diranê xwe paqij dikir, ji aliyê kesekî nenas ve rastî êrişa bi kêrê hat. Li ser agahiya welatiyên derdorê tîmên ewlehî û tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Piştî midaxeleya ewil, Kameda bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpetê.

Kamenda ragihand ku ew ji Japonê derketiye gera cîhanê wiha berdewam kir “Ez bi peyatî li cihên wekî Malezya û Çînê geriyam. Li Çînê hevaleka min a keç bisikletek diyarî min kir. Piştre min ji Çînê bi bisiklêtê dest bi gerê kir. Min tenê diranê xwe firîe dikir. Çima ji min aciz bû, min kêr kir ez nizanim. Ev 10 meh e bi bisiklêta xwe li Tirkiyê me. Herî dawî ez hatim Xarpetê. Li nêzî Gola Hezarê ya Xarpetê hatim kêrkirin. Em pevneçûn, ji nişka ve min kêr kir. Dema ki min li derve diranê firçe dikir û cilên xwe dişûşt qey Tirk ji min aciz dibûn, çanda Tirkiyê û Japonê cuda ye. min diranê xwe firçe dikir, ji bo çi hatim kêrkirin nizanim. Ji vê derê şûn de nizanim ez dê çi bikim. Gera min a bo Tirkiyê qediya. Çîma min pir diêşe. 12 sal e hemû cihanê bê pere digerim. Bi piranî di bin kon de dimînim. Carna li mala hevalê xwe dimînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst