HPG: Li Avaşîn û Metîna 9 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

13-09-2021
RÛDAW
Nîşan HPG Artêşa Tirkiyê Metîna Avaşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) kuştina 9 leşkerên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ragihand. Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî, di êrişên hêzên wan de 11 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya HPGê di daxuyaniyekê de dibêje, di rojên 11-12ê Îlona 2021ê de gerîlayên wan li deverên Avaşîn û Metîna li Herêma Kurdistanê êrîş birine ser bingehên serbazî yên artêşa Tirkiyê û 9 leşker hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyê, gerîlayan demjimêr 08:30 deqeyên 11ê Îlonê li navçeya Avaşîn li sînorê Amêdiyê sengerekî artêşa Tirkiyê kirine armanc û 4 leşker hatine kuştin. Wek di daxuyaniyê de tê gotin, demjimêr 03:30ê roja 12ê Îlonê jî li devera Metîna ji du aliyan ve êrîşî bingehekî serbazî yê artêşa Tirkiyê kirine û 5 leşker hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 12ê Îlonê belav kir ku di êrîşeke gerîlayên PKKê de li navçeya operasyona bi navê “Pence-Brûsk”, leşkerekî wan hatiye kuştin û serbazekî din jî birîndar bûye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê 11ê Îlonê jî ragihandibû ku 11 gerîlayên PKKê di du êrîşên esmanî yên cuda de li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê roja 15ê Hezîrana 2020an bi rêya hêzên esmanî operasyona bi navê Pence-Baz, roja 17ê Hezîranê jî hêzên bejayî operasyona bi navê Pence-Piling û di dawiya Nîsana 2021ê de jî operasyona bi navê Pence-Birûsk li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst