Galeriya wêneyan

13-09-2020
14 Photos
RÛDAW

Berhemanîna garis li parêzgeha Hewlêrê zêde bûye ku berî 6 salan ti kêlgeheke kiştûkalî tê de nebû. Ew cotkarên ku niha bi hezaran donim zeviyên kiştûkalî garis diçînin, dibêjin, hikûmet ti piştevaniyekê nade wan, ji ber hindê nikarin pêşbirkê li gel hawirdekaran bikin.

Cotkar giliya wê dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî garisên wan wek genim ji wan nakirin. Jibilî nebûna piştevanayê bo berhemê garisê xomalî, bi taybet di werzê dirûnê de hikûmet rêgiriyê li hawirdekirina garisên Tirkiye û Îranê jî nake.

Nirxê berhemanîna tonek garis nêzikî 120 hezar dînar e, cotkar di rewşên asayî de bi 240 bo 250 hezar dînar difiroşin kargehên çêkirina alifê ajelan.

Li gor gotina wan cotkarên ji Rûdawê re axivîn, nirxê garisê hawirde bi taybetî Tirkiye, di werza dirûnê de ji 300 bo 350 hezar dînar bo nêzikî 100 hezar dînar dadikeve, ev jî nirxê garisê navxwe bo 150-160 hezar dînar dadixîne, ev jî bo kêbirka li gel berhemê niştimanî û bi vî şêweyî ew nikarin qazancek ewqas bikin.

Wêne: Bilind Tahîr Abdullah-Rûdaw