Firokeyên Tirkiyê quntara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin

13-09-2019
RÛDAW
Ji ber bombebaranê xetên ceyranê yên gundên qut bûne û ziyaneke mezin a madî rû daye
Ji ber bombebaranê xetên ceyranê yên gundên qut bûne û ziyaneke mezin a madî rû daye
Nîşan Bayram Zîlan Ahmet Davutoglu AK Partî Çiyayê Qendîlê Firokeyên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Tirkiyê, çend herêmên quntara çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyan, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê, îro danê êvarî demjimêr 19.30an li deverên quntara çiyayê Qendîlê, çend deverên nêzikî gundên herêmê bombebaran kirine.

Berpirsê bajarokê Qesrê yê ser bi Çomanê ve, Şaxewan Wertî, ji Rûdawê re ragihand ku, “Firokeyên şer, gundên Rezwelke, Qelat û Wesanyan ên li Geliyê Baleyan, 3 caran bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê xetên ceyranê yên hemû gundên li Geliyê Baleyan, qut bûn.”

Şaxewan Wertî herwiha aşkere kir ku firokeyên şer ên Tirkiyê li gundê Rezwelke, rêya seyareyan bordûman kiriye û ji ber hindê rêya di navbera Geliyê Baleyan û Qesrê ji kar ketiye.

Herwiha wî berpirsî destnîşan kir ku perçeyên bombeyan li gelek malên li wan gundan ketine û diyar kir, “Xelk ji ber tirsa canê xwe xwe di şikeftan de vedişêre. Ji ber bombebaranê ziyan gihiştiye mizgefta gund jî.”

Wertî diyar jî kir ku ji ber bombebaranê agir bi rez û bexçeyên gundiyan ketiye û ziyaneke madî ya mezin rû daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst