Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gelek nîqaşên nav aliyên siyasî di encamê de proseya bangeşeyên hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê dest pê kirin û niha bajarê Hewlêrê bûye meydana siyasetê û axavtina li ser sozên aliyên siyasî û berbijêrên wan.
Her kandîdek bi hejmara soz û qewlên xwe niha derketine pêşberî xelkê.
Wek li hemû cîhanê, kandîdên Kurdistanê jî hewl didin ku bi soz û qewlên xwe xelkê bînin ser baweriyê, di germî û kelecana proseya hilbijartinan de carna pileya qewl û belênên wan bilind dibe, her yek ji wan sozên wan jî cuda ne; lê her kandîdek bi xwe bawer e ku çareserî dê bi destê wî/wê dê pêk were.
Firoşkar, Hêmin Ehmed dibêje, ku ew ji sozên berbijêrên aliyên siyasî bawer nake, ji ber ku berê berbijêran gelek soz dane xelkê, tiştek ji wan nekirine.
Li bin Kelha qedîm a Hewlêrê jî hunermend Bekir bi tevî ciwanên Hewlêrê stranên bi coş dibêje rojev li vê derê jî her wedên kandîdan e
Elî Mistefa nêrîna xwe wiha tîne ziman, ku kandîd heta kandîd ciyawaz e û hinek ji wan sozên xwe tînin cih û li ser wan tiştên ku dibêjin, kar dikin.
Weltiya bi navê Sara Heddad jî dibêje: “Divê me sebir hebe, ez niha nikarim tiştekî bêjim, înşala ew jî dê hewla xwe bidin.”
Ji bilî ciwanan xelk jî pê bawer in, ku soz û peymanên kandîdan ji hêza destê wan mezintir in.
Mihemed Ehmed jî baweriyê bi sozên berbijêran nahîne û dibêje: “Bi nêrîna min her kandîdek xizmet bi xizmên xwe dike û ne wisa ye ku xizmeta welatiyan bike.”
Resûl Hewremî jî yekî din ji wan kesan e, ku êdî baweriya wan bi ti sozên kandîdan nemane. Ew dibêje: “Ti pêwendiya wan bi Kurdan ve tine ye û her kes ji bo xwe dixebite. Her kes ji bo pere, berîka xwe û îmtiyazên din dixebite.”
Proseya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bi kelecan destpêkir, heta 28ê ve mehê kandîdên dengxwaz wê soz û qewlên xwe ji dengdêran re eşkere bikin û roja 30ê Îlonê ango roja dawî biryar wê biryara xelkê be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse