Çekdarên DAIŞê 2 xortên Kurd li Daqûqê revandin

13-09-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Daqûq Kurd DAIŞ Revandin Gundê Heftexar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê şeva bihorî li gundekî ser bi qezaya Daqûq a başûrê parêzgeha Kerkûkê 2 xortên Kurd revandine. Çekdarên DAIŞê herwiha êrişî ser navendeke tendirustiyê li heman qezayê kirine.

 

Polîsê Qezaya Daqûqê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva bihorî çekdarên DAIŞê bi ser binkeya tendirustiya gundê Heftexar de girtine û derman û kelûpelên di nava wê binkeya tendirustiyê de bi xwe re birine.

 

Polîsê Daqûqê herwiha diyar kiriye, çekdarên DAIŞê ajovanê otomobîleke hawarhatinê yê bi navê Sebah Tahîr Ebdulxefûr revandine.

 

Li gorî daxuyaniya polîs, piştî haydarbûna polîs ji bûyerê, hêzên polîs ên nehîştina tawanan gihîştine cihê bûyerê û li ser bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.

 

Li gorî zanyariyan, çekdarên DAIŞê li gundê Heftexar a Daqûqê xortekî din ê bi navê Şêrwan Mehmûd Mihemed jî revandine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst