Li Hewlêrê grûbekî bazirganên madeyên hişbir hate girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê bandekî bazirganên madeyên hişbir hatine desteserkirin. Asayîşa Silêmaniyê jî ragihand, ku 8 kes li ser bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişbir hatine cezakirin.  

 

Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rûdawê re ragihand, ku çend şevên derbasbûyî ve li çend cihên Hewlêrê, di encama operasyon û serdegirtinan de bandekî 4 kesî yê bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir hatine destgîrkirin.

 

Ezîz da zanîn, ku li gel van kesan hejmareke demançe, madeyên hişbir û keresteyên bikaranîna madeyên hişbir jî hatine desteserkirin.

 

Hogir Ezîz da xuyakirin, ku kesên hatine girtin, ji bo lêkolîn û darizaandinê radestê beşa Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir hatine kirin.

 

Ji aliyê din ve, Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ragihand, ku 8 kesên ji ber bikaranîn û bazirganîkirina madeyên hişbir hatine girtin, rojên 10, 11 û 12ê Îlonê ji aliyê Dadgeha Tawanan a Silêmaniyê ve hatine darizandin.

 

Li gorî daxuyaniyê ev 8 kes di navbera salek heta 2 salan de bi cezayê girtinê û her yek jî bi 450 hezar dînar hatine cezakirin.

 

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê dide zanîn, ku 2 kesên hatine cezakirin xelkê Rojhilatê Kurdistanê û 6ên din jî ji Başûrê Kurdistanê ne.