Mîthat Sancar: Dewlet du rêyan dide pêş; an zindan an jî sirgûn

13-09-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistan. HDP Mithat Sancar Rojnamevan Cemiyeta Rojnamevanên Azad Heqî Boltan
A+ A-

Amed (Rûdaw) –  Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mîthat Sancar derbarê fişara li ser rojnamevan û siyasetvan û çalakvanan de ji Rûdawê re ragihand, dixwazin welatî bi zorê welatê xwe terk bikin û tekez kir, ku dewlet 2 rêyan datîne pêşiya wan; an zindan an jî sirgûn.

 

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nêzî 10 hezar rêveber, parlamenter, xebatkar û rojnamevanên HDPyî di zindanê de ne. Bi hezaran kes jî ji bo ku neyên zindankirin, berê xwe dane welatên Ewropayê. HDPyî dibêjin dewlet 2 rêyan datîne pêşiya wan; an zindan an jî sirgûn.

 

Cemiyeta Rojnamevanên Azad ku navenda wê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bû, piştî ragihandina Rewşa Awarte li Tirkiyê, bi biryareke hikûmeta wî welatî hat daxistin.

 

Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad, Heqî Boltan dibêje, bi tevahî 400 endamên cemiyeta wan hebû û ji wan 52 endam hatin zindankirin û nêzî 150 endamên wan jî ji bo neyên zindankirin berê xwe dan welatên Ewropayê.

 

Heqî Boltan dibêje, ku zexta li ser wan ji salên 90'î dijwartir bûye.

 

Heqî Boltan ku Berdevkê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad e jî, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Bawer im 52 endamên me di girtîgehê de ne. Li sirgûnê jî em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Niha gelek rojnamevan li sirgûnê ne, li derveyî welat in. Li diyasporayê jî niha medyayeke xurt a kurdan ava bûye.”

 

Di qada siyasî de jî nêzî 10 hezar rêveber, parlamenter û endamên HDP'ê, DBP'ê û saziyên nêzî HDP'ê hatin zindankirin. Parlamenter Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer jî tê de, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û bi sedan siyasetmedarên din ji bo ku neyên girtin riya Ewropayê tercîh kirin. 

 

Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar dibêje dewlet 2 riyan datîne pêşiya wan, an zindan an jî sirgûn ango nefîkirin

 

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê, Mîthat Sancar li ser vê mijarê ji Rûdawê re got: “Xelkê didin zorê ku welatê xwe terk bikin. Berê jî ev tişt kirin. Dixwazin bi vê riyê têkiliya gel û kadroyên siyasî qut bikin û gel zûtir kontrol bikin. Ji ber vê yekê jî yan sirgûn an jî zindanê derdixin pêşiya me. Lê em ê li dijî vê yekê têbikoşin.”

 

Li bajarên kurdan 106 şaredarî di destê HDP'ê de bûn û piraniya hevşaredarên DBP'ê jî niha zindankirî ne. Hin hevşaredar jî weke gelek siyasetmedaran welatê xwe terk kirine û li welatekî din ê cîhanê bi cih bûne. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst