Li Cizîra Botan, şîn e- 16 cenaze li kêleka hev hatin veşartin!

 

Cizîra Botan (Rûdaw) – Li bajarê Cizîra Botanê yê Bakurê Kurdistanê, cenazeyên 16 kesên sivîl ên ji aliyê hêzên Tirk ve hatibûn kuştin, lê kêleka hev hatin veşartin.

Çavkaniyekî li nav bajarê Cizîra Botan ji Rûdawê re got, di heyama çend rojên borî de bi giştî 22 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 16 jê bi fîşekan hatine şehîdkirin û 6 kes jî ji tirsa û ji ber sedemên din jiyana xwe ji dest dane.

Wî jêderî da zanîn, îro piştî nîvro, cenazeyên 16 kesan bi merasîmekê girseyî hatin veşartin û got, ew hemû sivîl in û di nav kesên ku hatine kuştin de ti şervan yan jî gerîlayekî PKKê tine.

Li gorî agahiyan, cenazeyên 6 sivîlên din jî beriya niha hatibûn veşartin.  

Di nav wan sivîlên ku di bûyerên Cizîra Botan de hatine kuştin, ji zarokên sava bigire heta kalemêrê 75 salî hene.

Dewleta Tirk, ji roja 4ê vê mehê heta 12ê mehê li Cizîra Botanê rewşa awarte ragihandibû û derketina derve hatibû qedexekirin. Internet, telefon û elektrîka bajêr hatibû birrîn û xelkê bajêr di tengaviyeke mezin de bûn.

Piştî rabûna qedexeyê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Selamî Altinok jî gotibû, li Cizîra Botanê “32 terorîst” hatine kuştin û tenê sivîlekî jiyana xwe ji dest daye!