Helwesta ENKSê li ser hevpeymaniya navdewletî ya li Dijî DAIŞê

 

Kobanî (Rûdaw0 - Tevî ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwe weke hêzeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê û beşekî ji şoreşa Sûriyê ya aştiyane dibîne û hêza wê ya leşkerî jî li ser erdê tine ye, lê ew avakirina hevbendiya navdewletî ya li dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞê) destek dike.

 

ENKS dibêje, eger ji wê were xwestin ku ew tevlî hevbendiya navdewletî bibe, ew amede ye di rêya hêzên dijbere yên Sûriyê re beşdarî hevbendiya li dijî DAIŞê bibe…

 

Di vî alî de şansê PYDê kêm tê dîtin ji ber ku Amerîka û welatên din ên roja dibêjin, ew naxwazin bi partî û rêxistinên ku di nav lîsteya terorê de ne re kar bikin.

 

Wek tê zanîn, PYD mîna baskê Sûriyê yê PKKê tê dîtin, PKK jî heta niha di lîsteya terorê ya Amerîka û Ewropayê de ye…