Li Amedê teqîn: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê,  di encama teqîna tupa gaza çeqmaqan de 3 kes birîndar bûn.

Li taxa Fevzî Çakmakê ya Amedê di binoliya malê de dengê teqînekê hat bihîstin.

Kesên derdorê aliyên pêwendîdar agahdar kirin.

Tîmên tendisrustiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 3 kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Hat tesbîtkirin ku teqîn ji ber tupê gaza çeqmaqan çêbûye.