Gundiyên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê zerer dîtine tên qerebûkirin

Amêdî (Rûdaw) - Xelkê gundên navçeya Amêdiyê ya Dihokê ku ji ber operasyonên Tirkiyeyê zerer dîtine tê qerebûkirin.

Xelkê gundên Sergelê, Guherzê, Berçî û Belaveyê yên Amêdiyê ku malên wan di bombebaran û topbarana Tirkiyeyê de zerer dîtine tê qerebûkirin.

Rihan Tewfîq ji gundê Sergeliyê ye û xaniyê wê ji ber bombebaran û topbaranê derizî ye.

Rihan Tewfîqê got, “Ev top hemû hatin li vê derê ketin û ev xanî jî hemû wisa derizî.

Pêşiya me zivistan e em nikarin tê de îdare bikin, em nikarin tê de bijîn.”

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê 138 milyon Dînarên Îraqî veqetandiye

Rihan yek ji wan 103 malbatên gundên Sergelî, Berçî, Guherz û Belaveyê ne ku hatiye qerebûkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 138 milyon Dînarên Îraqî ji bo wan malbatan veqetandiye.

 Muxtarê gundê Sergeliyê Nizar Mihemed wiha anî ziman:

“Hikûmet li ser daxwaza me hat. Ev qerebû ya xaniyan e, xaniyê gundên li zere lê bûne.

Xaniyên gundan hemû derizîne gelek ziyan gihîştine wan. Vêca eve ew qerebû ye ku didin xelkê.”

“Dê bên qerebûkirin”

Parêzgarê Dihok behsa gundên din ên ziyan pêketî kir ku dê ew jî bên qerebûkrin.

Parêzgarê Dihokê Elî Tere li ser qerebûkirina gundiyan got “Her zerereke ku gihîştibe gundiyan dê bê qerebûkirin.”

Artêşa Tirkiyeyê di van mehên dawî de li hemberî gerîlayên PKKyê operasyaneke berfireh daye destpêkirin.

Şerê PKK û leşerên Tirkiyeyê bi taybetî li herêma Amêdiyê ya Dihokê bi dijwarî berdewam dike.

Artêşa Tirkiyeyê bi sedan caran Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran kiriye.

Di encama wan topbaran û bombebaranan de bi sedan xanî wêran bûne an jî zerereke zêde gihîştiye wan.

8 gund hatine valakirin, 182 malbat koçber bûbe

Li gorî Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT), di encama wan operasyonan de herî kêm 8 gund hatine valakirin û 182 malbat jî koçber bûne.

Herwiha CPTyê ragihand ku metirsî heye ku 602 jî bên valakirin.

65 hezar donim zeviyên çandinyê şewitîne

Li aliyên din li gorî CPTyê, li parêzgeha Dihokê di topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê de herî kêm 65 hezar donim zêviyên çandiniyê jî şewitîne.