KERKÛK - Serokkomarê Îraqê mazbata da Rêbiwar Taha

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd mazbataya Parêzgarê Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Bertek hebûn 

Eniya Tirkmenan a Îraqê diyar kiribû ku ew hilbijartin ne hiqûqî ye û ew dê gilî bikin.

Parêzgarê berê yê Kerkûkê Rakan Cibûriyê ku hatibû tayînkirin jî bertek nîşanî civîna li Bexdayê dabû û gotibû:

 “Civîna li Bexdayê ne hiqûqî ye û xiyanet li Ereban hatiye kirin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî gotibû ku hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê ne yasayî ye.

Mazbata stand

Lê Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd mazbataya Parêzgarê Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Rêbiwar Taha dê niha bi awayê fermî dest bi karê xwe bike.

Letîf Reşîd îro Li Koşka Bexdayê Biryarnameya Serokkomariyê da Rêbiwar Taha da ku bi awayê fermî dest bi karê xwe bike.

Divê were gotin ku Rêbiwar Taha di hilbijartinan de 29 hezar û 861 deng standibûn. 

Piştî êrişa artêşa Îraqê û Heşdî Şebiyê ya 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an ev cara yekem e ku postê Parêzgarê Kerkûkê dikeve destê Kurdan.