Parêzgarê nû yê Kerkûkê: Mafê Tirkmenan parastî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbiwar Taha piştî wergirtan mazbatayê got, “Em dê Kerkûkê bikin navendeke mînak a jiyana hevbeş û mafê Tirkmenan parastî ye.”

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd îro mazbataya Parêzgarê Kerkûkê da Rêbiwar Taha.

Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbiwar Taha piştî wergirtana mazbataya xwe daxuyaniyek belav kir.

Rêbiwar Taha got, “Em ê bi cidî ji bo parastin û xurtkirina jiyana hevbeş di navbera hemû welatiyên Kerkûkê de bixebitin û bi hemû aliyên siyasî re kar bikin.

Em tekez dikin ku em dê Kerkûkê bikin navendeke mînak ji bo jiyana hevbeş.”

Herwiha Rêbiwar Taha di beşeke din a daxuyaniya xwe de got, “Mafê pêkhateya Tirkmenan parastî ye û dê hemû mafên xwe wergirin.

Karê me yê paşerojê bê cudahî dê bibe xweşî, vejandina jêrxaneya aborî û başkirina jiyana hevwelatiyên hêja yên Kerkûkê.”