Li Erziromê traktor wergeriya: 11 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îspîrê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê traktor wergeriya, 11 kes birîndar bûn

Li gorî zanyariyan li taxa Cîbaliyê ya navçeya Îspîrê ya Erziromê traktora ku welatiyê bi navê Mehmet Gurler diajot, wergeriya.

Di qezayê de 11 kesên ku di romorka traktorê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Erzirom û Baybûrtê.