Silêmanî - Balafirên şer navçeya Mawetê bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer navçeya Mawetê ya parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Qeymeqamê Mawetê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihand, cihê ku hatiye bombebarankirin kîlometreyekê dûrî gundê Basawê bûye.

Herwiha Kameran Hesen diyar kir ku bombebaran bi balafirên şer hatiye kirin.

Kameran Hesen da zanîn ku di encama bombebaranê de ti ziyanên canî çênebûne û şewat jî derneketiye.

Ne diyar e ka kîjan welat ev bombebaran pêk aniye lê beriya niha jî Tirkiyeyê çend caran vê deverê bombebaran kiribû.