Şaredariya Amedê: Em dê zarokxaneyên Kurdî ji nû ve vekin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê got ku ew dê zarokxaneyên Kurdî nûjen bikin û ji nû ve vekin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak çû serdana Zarokistan û Dezgehên Lênêrîna Bi Roj a Baxcilar û 450 Evlerê yên li Amedê.

Serra Bucakê ferman da ku Zarokistana ku beriya qeyûmê wekî kreşa Kurdî dihat bikaranîn û Dezgehên Lênêrîna Bi Roj careke din bê vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

“Hevşaredara me Serra Bucak serdana Zarokistan û Dezgehên Lênêrîna Bi Roj a Baxcilar û 450 Evlerê kir û kreş kontrol kir.

Hevşaredarê yekîneyên pêwendîdar erkdar kirin da ku kêmasiyan ji holê rakin û kreşên bi temamî ji bo dewreya nû ya perwerdeyê amade bikin.”