Li Dêrezorê çalakiya tolhildanê: 20 kuştî

13-08-2024
Nîşan Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Çalakî Tolhildan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ji ber êrişên li gundên Dehle û Cidêdet Begarayê yên Dêrezorê çalakiyeke tolhildanê li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, di çalakiyê de 20 çekdarên hêzên Hikumeta Sûriyeyê hatin kuştin.

Hêzên Hikumeta Sûriyeyê û çekdarên Dîfa El Weteniyê ji hefteya borî ve êrişî Rojhilatê Dêrezorê dikin ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

HSDyê ragihandibû ku di topbaranên komên çekdar ên Hikûmeta Sûriyeyê de heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.

Meclisê diyar kiribû ku di encama bersivdayîna êrişan de 25 çekdar hatine kuştin û de 2 şervan jî şehîd ketine.

“20 endamên rejîmê hatin kuştin”

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku wan çalakiyeke tolhildanê li dar xistiye û got:

“Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ji bo tolhildana şehîdên komkujiyên Dehle û Cidêdet Begarayê ku hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên Dîfa El Weteniyê pêk anîbû û ji bo hemû şehîdên sivîl û leşkerî çalakiyeke tohildanê ya berfireh pêk anî.”

Meclisê diyar kir ku wan li rojavayê Feratê 3 xalên “hêzên rejîmê û çeteyên wê” kirine hedef û li pey çû:

“Di encamê de 18 endamên rejîmê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Di çalakiyeke suîqestê ya hêzên me de 2 endamên din jî hatin kuştin.”

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir ku xalên hêzên Sûriyeyê yên li gundên Keşma, Bûleyl û Tobê yên li rojavayê Feratê bûne hedefa wan û hêzên wan bi silametî vegeriyane.

Hişyarî da

Meclisê hişyarî da Hikûmeta Sûriyeyê û got, “Em diyar dikin ku ev çalakî hişyarî ye ji bo hêzên rejîmê û milîsên wê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst