Dema DAIŞê ew revand 2 mehî bû, Xunav vegeriya Şingalê

Duh li 08:51
Nîşan DAIŞ Şingal Zarok Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xunava ku dema DAIŞê ew revand 2 mehî bû vegeriya Şingalê.

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) 1ê Tebaxê ragihandibû ku wan ku zarokek û 2 jinên Kurd ên Êzidî rizgar kirine.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl ragihand ku jineke Kurd a Êzidî û zarokeke 10 salî (Xunav) radestî malbatên wan hatine kirin.

Dema Xunav ji aliyê DAIŞê ve hat revandin ew 2 mehî bû.

Xunav piştî 10 salan ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hat rizgarkirin û vegeriya warê bav û kalan.

Daxuyaniya YPJyê

Li gorî daxuyaniya YPJyê, her du jinên Kurd ên Êzidî 3yê Tebaxa 2014an ji aliyê çakdarên DAIŞê ve ji Şengalê hatine revandin.

Kesên hatine rizgarkirin Ezîze Xalid Eliya 25 salî, Tawaf Dawid Çetoya 24 salî û zaroka bi navê Xunav in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst