AMÊDÎ - Topek li nêzîkî nahiyeya Dêrelokê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî taxa Serdeştê ya nahiyeya Dêrelokê ya navçeya Amêdiyê topek ket.

Çavkaniyeke nahiyeya Dêrelokê ji Rûdawê re ragihand ku ew top ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatiye avêtin û dibe ku armanca wan xala Pêşmergeyan be.

Top li nêzîkî taxa Seredeştê ya quntara Çiyayê Metîna ketiye xwarê.

Bi gotina wê çavkaniyê piştî lêkolînên wan, eşkere bû ku ew top a gerîlayên PKKyê bûye.

"Agir bi quntara Çiyayê Matînayê ket"

Derbarê ziyanan de jî heman çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rûdawê re got:

Ti ziyaneke canî nebûye lê tirs di nava xelkê navçeyê de çêkiriye. Herwiha di encama wê topê de agir bi quntara Çiyayê Matînayê ket.”

Ev hefteyek e rewşa derdora navçeya Dêrelokê nearam e.

Ji bilî bombebarana dron û topxaneyên Tirkyeyê doh di navbera Pêşmerge û gerîlayên PKKyê de pevçûn derket û pêvçûne 10 xulekan ajot. 

Îro jî topek li nêzîkî Dêrelokê ketw xwarê û aliyên fermî yên wê deverê dibêjin top ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatiye avêtin.

Li aliyê din, PKKyê derbarê buyerê de heta niha ti daxuyanî nedaye.