Li Dîlokê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mezmaxorê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê, îro du otomobîlan li hev da û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Li Taxa Osmanliyê ya Mezmaxorê otomobîla ku şofêrê wê Mahmut K. bû û otomobîla ku şofêrê wê Servet K. bû li hev da.

Di encamê bûyerê de şofêr Servet K. canê xwe ji dest da û 8 kesên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên ewlwhiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê, birîndar veguhestin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hat zanîn rewşa birîndaran bi giştî baş e.