ERZINGAN – Xelk ji ber germê berê xwe dide seyrangehan

13-08-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erzingan Avên Sar Seyrangeh Germahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê ji ber germa zêde ya ku li gelek parêzgehan bi ser 40 pileyî ketiye, xelk ji xwe re li cihekî hênik digere daku biçiyê.

Cihek ji yên ku xelk berê xwe didiyê seyrangeha "Avên Sar"ê ye.

Seyrangeha Avên Sarê, li navçeya Kemaxê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Avên Sar, ji navenda Erzinganê 10 kîlometreyan dûr e û bûye sitargeha kesên ku ji ber germê ji bajaran reviyane.

“Ev der, cihekî gelekî xweş e”

Murat Çakayê ku ji ber germahiya zêde berê xwe daye Avên Sarê got:

“Di van rojên germa havînê de, ji ber ku ev der hênik e em jî wekî hemû Erzinganiyan tevî jin û zarokan ji bo seyranê hatine Avên Sarê. Ev der, cihekî gelekî xweş e.”

“Em bi hatina vir xwe ji germê diparêzin”

Geştyarê bi navê Ercument Ertekin jî got ku ew ji ber germê direvin û anî ziman:

“Ez bi xwe li navenda Erzinganê dijîm. Wekî hûn dizanin hewa gelekî germ e. Dawiya hefteyê em bi zarokan re hatine vir.

Ev der yek ji cihên herî xweş yên Erzinganê ye û em bi hatina vir xwe ji germê diparêzin.”

Îsal pileya germê li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê li gorî asta asayî gelekî zêde bûye.

Li hinek bajaran cihên wiha hene ku xelk berê xwe bide wan û xwe hênik bike lê li hinek bajaran bijardeyeke wiha ya welatiyan nîne.

“Her kes ji germa dişewite”

Geştyarê bi navê Mehmet Birgun jî wiha got:

“Di vê germê de ku bi ser 40-45 pileyan ketiye, her kes ji germa dişewite. Em jî ji bo hênik bibin hatin Avên Sarê ya Kemaxê.

Cihekî gelekî xweş e û navê wê li ser e Avên Sar, bi rastî gelekî hênik û xweş e. Ez pêşniyarî her kesî dikim ku bên vir.”

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê ji roja yekşemê û pê de li Bakurê Kurdistanê pêleke germa zêde dest pê bike.

Li gorî Saziya Keşnasiyê dê bi hatina vê pêlê re, gemahî ji 6 heta bi 8 pileyan ji germa asayî ya demsalê zêdetir bibe.

Saziya Keşnasiyê ji ber vê germa zêde bang li pîr û kal, zarok û nexweşên kronîk dike ku di navbera demjimêr 11.00 û 16.00an dernekevin derve û heke ji neçarî derkevin jî divê hay ji xwe hebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst