Li Amed û Stenbolê operasyona sextekariyê: 12 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke sextekariyê de ku navenda wê Amed bû û li 2 bajaran hat kirin 12 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê komeke ku li ser tora civakî hewla wergirtina pereyên welatiyan dida desteser kir.

Tohmetbaran ji çend kesan re gotiye, dema ew li Sûriyeyê di nav artêşa Amerîkayê da erkdar bûne milyonek dolar pere ketiye destê wan.

Ew dixwazin van dolaran bînin Tirkiyeyê û ji ber vê jî pêwîstiya wan bi hevkariyê heye.

Tîman diyar kir ku tohmetbar ji xelkê daxwaza dayîna mesrefa gumrik û kuryeyê dikin û ji bo ku baweriya wan pê bînin jî dîmenên serbaz û pereyan nîşan dane.

Li Stenbol û Amedê bi operasyoneke bi navê “Safarî” 12 tohmetbar hatin desteserkirin, 3 ji tohmetbaran biyanî ne.

Li malên tohmetbaran telefon, kartên SIMê, çek û diravên biyanî hatin bidestxistin.

Lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.