Li Amedê agirê daristanê hat vemirandin lê li Mêrdinê berdewam e

13-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Amed Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê daristanê yê ku doh li navçeya Licê ya Amedê derketibû hat vemirandin. Hewla vemirandina agirê li Mêrdinê jî berdewam e.

Li taxên Tepe, Kabakaya û Kutluyê yên Licê doh li nêzîkî qada daristanê û baxçeyan ji ber sedemeke nediyar agir derket.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rêveberiya Dezgeha Daristanê ya Amedê, Şaredariya Licê û Şaredariya Karazê hewl dan agir vemirînin.

Ekîbên agirkujê yên şaredariyan, karkerên daristanê û cendirme bi hev re xebitîn û agir hat vemirandin.

Xebatên sarkirinê berdewam dikin.

Di şewatê de 5 hektar daristan û 10 hektar jî çêre xisar dît.

Li Mêrdinê hewlên vemirandina agir berdewam in

Ji aliyê din ve ji asîman û bejahiyê ve hewlên vemirandina agirê ku li navçeyên Artuklû û Şemrexê yên Mêrdînê bi daristan û qadên pûş ketibû, berdewam in.

Li taxên navçeyên Artuklû û Şemrexa Mêrdînê ji ber sedemên ku hîn jî nayên zanîn agit derket.

Ji bo agirê ku li gundê Elmabahçeya Artukluyê û Kişlak û Gumuşyuvaya Şemrexê berdewam e, ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Rêveberiya Herêmê ya Daristanan a Mêrdînê çûn cihê şewatê.

Ekîb hewl didin ku şewata ku bi bandora ba belav dibe ji asîman û bejahiyê ve vemirînin.

Bi piştevaniya gundiyan jî ji bo vemirandinê xebat berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst