EFRÎN - Destdirêjî li zarokeke 14 salî hat kirin

13-08-2023
RÛDAW
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Nîşan Efrîn Cindirês Destdirejî Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê zarokeke 14 salî hate ravandin û destdirêjî lê hate kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê ragihand ku li nahiyeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, keçeke 14 salî bi zorê ji nava malbata xwe hatiye revandin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê, karmendê Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê Nesir Bustanî û kurê wî Zekeriya, li gundê Til Silorê ew zaroka 14 salî revandiye.

Rêxistinê da zanîn ku fermandeyê Grûpa Emşatê yê bi navê Enes El-Hemdo jî alîkariya wan kesan kiriye. 

Bi tehdîda çekan destdirêjî

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê diyar kir ku wan kesan ew zarok biriye mala Nesir Bustanî û li wê derê di bin tehdîda çekan de kurê wî Zekeriya destdirêjî li wê keça 14 salî kiriye.

Her li gorî wê rêxistinê, kesên navborî bi zorê ew zarok neçar kiriye ku belgeya hevjîniyê îmze bike.

Xizmên wê zarokê jî têne tehdîdkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê di heman demê de tekez kir mirovên wê zarokê jî di bin gefên wan çekdaran de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst