Tirkiye avê kem dike, metirsiya li ser Bendava Feratê zêde dibe

13-08-2023
RÛDAW
Nîşan Bendava Firatê Kêmbûna Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Bendava Feratê ragihand ku ji ber kêmbûna ava Çemê Feratê dibe ku gefek li ser wê bendavê çêbibe û bendav êdî nexebite.

Rêveberê Hevahengiyê yê Odeya Operasyonên Bendava Feratê Îmad Ubêd diyar kir ku rojane ava çemê Firatê kêm dibe.

Ava ku di gola wê bendavê de hatiye stokkirin daketiye 14 milyar metre sêgoşeyan û ev jî li gorî rewşa asayî 4 milyar metre sêgoşeyan kêm bûye.

Îmad Ubêd herwiha da zanîn ku ev mehek e Tirkiyeyê ava wan qut kiriye û nahêle av bigihêje nav xaka Sûriyeyê û Bendava Feratê.

"Pêwîst e Tirkiye di çirkeyekê de 500 metre sêca av berde"

Ubêd got amaje pê kir ku Tirkiye li gorî peymanan tevnagere û got:

“Li gorî rêkeftinê, pêwîst e Tirkiye di çirkeyekê de 500 metre sêca av berde. Ji 2 salan ve ava ku di yek çirkeyê de hatiye berdan ne zêdeyî 250 metre sêca ye.

Eger ev rewş wiha berdewam bike, êdî rewşeke gelekî metirsîdar e û ew bandorê li ser samanê masiyan, çandiniyê û nişteciyan jî dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst