Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê otomobîlek ket Çemê Pilemûriyê û di bûyerê de 4 kes birîndar bûn.
Bûyera trafîkê doh danê êvarê li ser rêya Dêrsim-Pilemûriye-Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê çêbû.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, otomobîl ji kontrola şofêr derketiye û ketiye Çemê Pilemûrîyê.
Di bûyerê de 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.
Birîndar ji çem hatin derxistin û bi ambûlansan ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Herwiha li ser bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse