Li Îdirê 136 koçberên Efxan bo welatê wan hatin şandin

13-08-2022
RÛDAW
Nîşan Vegerandina Koçberan Îdir Koçberên Efxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, 136 koçberên neyasayî yên  Efxan bi geşteke asmanî bo welatê wan hatin vegerandin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiye li ser guvaşa opozîsyon û xelkê wî di van demên dawî dest bi hewlên vegerandina koçberan bo welatên wan kiriye. Di vê çarçoveyê de rojane bi dehan koçberên  li navendên koç û koçberan ku piraniya Efxan in bi geştên asmanî vedigerîne welatê wan.

Li gor zanyariyan îro 13ê Tebaxa 2022ê, 136 koçberên Efxan ên li navendên koçberan yên li parêzgeha Îdirê piştî temambûna karûbarên yasayî   bi geşteke asmanî bo Kabula paytexta Efxanistanê hatine vegerandin.

Li gor zanyariyan  di navbera 6 heta 13ê vê mehê de li Îdirê  bi giştî 906 koçberên Efxan bi 6 geştên asmanî bo welatê wan hatine şandin.

Li gor Rêveberiya Koç û Koçberan a Tirkiye, îsal li  seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê    38 hezar û 795 jê Efxan bi giştî 63 hezar û 298 koçberên neyasayî bo welatê wan hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst