Hikûmeta Sûriyê Amerîkayê bi dizîna petrola Sûriyê tohmetbar dike

13-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê Buseyna Şeban Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rafîneyên xwecihî yên petrolê ne li nêzîkî bajarokê TirbeSpiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi amûrên despêkî keresteyên petrolê ji hev tên derxistin, ev di demekê de ye hikûmeta Sûriyê sedema krîza petrol û xazê li Sûriyê dixe stûyê  Amerîka û dibêje ku hêzên Amerîkî yên ku li navçeyên rojhilatê Sûriyê ne, li gel hevalbendê xwe dest danîne ser petrol û xaza Sûriyê û wan ji bo xwe dibin.

Li gorî Wezareta Petrolê ya Sûriyê ji sedî 80ê petrol Sûriyê ji bo hêzên Amerîkî diçe.

Şêwirmenda Taybet a Serokkomariya Sûriyê Buseyna Şeban dibêje "Wilayetên Yekgirtî naxwaze ti welatek li navçeya Erebî bi giştî bibe xudan biryarek serbixwe, ev sedem bû ku wê piştevaniya şerê teroristî li Sûriyê kir, herwiha li dijî Komara Erebî ya Sûrî hevahengiyê li gel Tirkiyê û hemû hêzên çekdar kir. Amerîka welatekî dagîrker e li Sûriyê, genim, petrol û hemû samanên Sûriyê didize, ev şerm e ji bo welatekî mezin wek Amerîka."

Li gorî Wezareta Petrolê ya Sûriyê berhema petrola Sûriyê li navçeyên Rojhilatê wî welatî  ji despêka 2022an ve:

14.500.000  bermîl petrol bû

80.003 bermîl rojane dihat berhemanîn

14.200 bermî rojane  bo parzûnkan tê radestkirin

66.000 bermîl rojane ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve tên birin

Lê berpirsên Amerîkî her  carê takez dikin ku ew parastina bîrên petrolê ji DAIŞê dikin li Sûriyê daku careke din ew rêxistin  serî hilnede, ku li gorî wan di 2015an de wê rêxistinê nêzîkî 40 milyon dolar ji firotina petrolê her meh qezenc dikir.

Berdevkê Pentagonê John F. Kirby got "Derdora 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyê hene. Hejmar li gorî pêdiviyê tê guhertin. Giringe em tekeziyê li ser wê yekê bikin ku erkê me li wir şerê li dijî DAIŞê û nehiştine wê ye, bi hevahengî li gel hevalbendên me yên xwecihî li Bakur û Rojhilatê wî welatî."

Li gor Malpera "British Petroleum" a Brîtanî, berhema Sûriyê ji petrolê sala 2008an 406 hezar bermîl bû di rojekê de. Nîzîkî 116 hezar bermîl ji Swêdîkê û 90 hezar bermîl ji Rimêlanê li gundewarên parêzgeha Hesekê, 80 hezar ji kêlgeha Omer û 40 hezar ji kêlgeha Tenek li gundewarên rojhilatê Dêrezorê dihat berhemanîn, ku niha di destê Hêzên Sûriye Demoqratîk û Hêzên Amerîkî de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst