Di operasyona Pence-Kilîd de efserekî Tirkiyê hat kuştin

13-08-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Operasyona Pence-Kilîd PKK Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a di nav axa Başûrê Kurdistanê efserekê wan ji aliyê gerilayên PKKê ve hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, duh 12ê Tebaxa 2022an li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” li nav axa Herêma Kurdistanê efserekî wan ê bi pile yê bi navê Omer Bagra di encama, gulebarana gerilayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

Rojane di encama rûbrûbûnên wê operasyonê de çend leşkerên Tirk tên kuştin û birîndarkirin û çend gerilayên PKKê jî canê xwe ji dest didin û birîndar dibin.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst