Li Bakurê Kurdistanê ji bo 4 zarokên ku nabihîsin guhên biyonîk hatin çandin

Hewlêr (Rûdaw) - Aram, Mihamed Firat, Egîd û Hîranûr 4 zarokên ji parêzgehên Şirnex, Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ne. Temenê wan di navbera 2 heta 3 salî de ye, çarenivîsa wan yek e ji ber ku ev her çar zarok jî ji zikmakî ve kerr û lal bûn lê bi neştergeriyekê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Wanê êdî dibîhîzin, ji bo axaftina wan jî ti astengiyek nemaye.  Zarok bi bîhîstina dengê yekem digirîn, malbatên wan jî ji ber kêfxweşiya vê yekê.

Dayika Egîd, Elîf Ozcan got, “Ez ji Şirnexê hatime, ev du sal in kurê min wiha bû, spas bo Xwedê, me pizîşkê xwe li vir nas kir. Ez gelekî kêfxweş im nikarim hestên xwe bînim ziman. Ez spasiya pizîşkan dikim.”

Bavê Aram Halît Duyan anî ziman, “Ez ji Şemzînan a Colemêrgê hatime, min pizîşkê me, Hakan dît, ew nas kir û hatim vê derê. Em gelek memnûn kirin bi vê derfetê. Em diçûn Stanbol û Enqerê lê derfet nebûn. Spas ku me ew nas kir.

Piştî ku ew zarokên xwe tînin nexweşxaneyê pizîşk di encama çend pişkînan de biryar didin ku neştergeriyekê bo wan bikin. Di neştergeriyê de ev guhê biyonîk ku ji du beşan pêk tê bi wan ve hatiye girêdan. Parçeyeke guhê biyonîk li nav guhê wan hatiye çandin û perçeyek jî ji derve bi serê wan ve hatiye girêdan. Pizîşkên nexweşxaneyê jî bi qasî van malbatan kêfxweş in û dibêjin vê yekê motîvasyona wan a kar zêdetir kiriye.

Pizîşkê Beşa Guh Poz û Qirikê li Nexweşxaneya Wanê Dr. Hakan Kara anî ziman, “Me cîhazên 4 zarokên ku neştergerî bo wan hatibû kirin çalak kirin. Cara yekem e ku bi cîhazên xwe dibîhîzin. Ji ber ku berî niha nebîhîstine berteka wan a yekem a li beramber bihîstina deng tirs û girî bû. Em bi wî awayî têgihiştin ku dibîhîzin. Dema em dibînin ku zarok dibîhîzin em kêfxweş dibin, ji bo ku zêdetir kar bikin dibe sedema motîvasyoneke zêde. Em dê berdewam bin li ser karê xwe.”

Nirxê her yek ji van guhên biyonîk ku bûne sedema bihîstina van zarokan bi 180 hezar lîreyên Tirkî wate derdora 10 hezar dolaran e û tevî xerciyên din bê baramber bo wan hatiye dabînkirin. Pizîşkên nexweşxaneyê dibêjin ev çar zarok dê piştî çend rahênanan bikarin bi temamî bikarin bibîhîzin û biaxivin. Malbat jî li benda peyva yekem in gelo ka dê bibêjin dayik yan jî bav.