Galeriya wêneyan

13-08-2022
15 Photos

Li Hewlêra ji bo zêdetirî 50 zarokên bi sendroma Down testên curbicur hatin kirin.

Ev test ji aliyê koma New Life (Jiyana Nû) ve hatin kirin, ku ji 50 doktorên pispor di warên cuda de û 100 xwendekarên ku di beşên tenduristiyê yên zanîngehan de dixwînin, pêk tê. Koma Jiyana Nû ku di sala 2022an de hatiye damezrandin, bi beşdariya xwebexşên ji Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Samera û Mûsilê hatiye avakirin.

Di çarçoveya çalakiyê de testên cuda yên wekî pişkinîna giştî, ya şekir û diran ji zarokan re hatin kirin. Piştre ji bo zarokan yarî hatin destpêkirin.

Serokê Koma Jiyana Nû Dr. Wirya Ecil ji Rûdawê re got: “Ev karekî mirovî ye ku baweriyê di navbera zarok û bijîşkan de çêdike.”

Ecîl li ser pirsa çima li cihekî giştî pişkinîn hatin kirin, Ecîl wiha got, "Me ev yek kir da ku zarok hîn bibin ku erka sereke ya doktoran dermankirin e. Her zarokek ji aliyê psîkolojîk ve ji bijîşkan ditirse."

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw