Bandora daketina ava Çemê Feratê li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê

13-08-2020
RÛDAW
Ceifer Mubeşirniya di rêya videowallekê de zanyariyan li ser kêmbûna ava Çemê Feratê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dide.
Ceifer Mubeşirniya di rêya videowallekê de zanyariyan li ser kêmbûna ava Çemê Feratê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dide.
Nîşan Çemê Feratê Rojava Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê asta şandina ava Çemê Ferat li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kêm kiriye û wê yekê jî bandor li ser rêjeya peydabûna elektrîkê û ava vexwarinê û kerta çandiniyê jî kiriye.

Di encama ragirtina ava Feratê de, para Sûriyê bi rêjeya 25 % kêm bûye, ku ew jî ne li gorî rêkeftina navdewletî ye. Di navbera herdu welatan de rêkeftinek hebû, li gor wê rêkeftinê pêwîst bû Tirkiye di her saniyeyekê de 500 metre sêca ava Çemê Feratê ji Sûriyê re berde.

Niha li herdu bendavên Tişrîn û Feratê, asta avê nêzîkî 3 metreyan daketiye, ji ber wê yekê jî, dayîna elektrîkê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser ji 18 demjimêran di rojekê de, daketiye bo 12 demjimêran.

Nişteciyên navçeyên derdora keviyên Çemê Feratê, ava vexwarinê û avdana zeviyan ji wî çemî dibin, pêdiviya wan a rojane bi bêhtirî 160 heta 200 metre sêca av heye, girtina avê ji aliyê Tirkiyê ve jiyana nêzîkî 5 milyon kesan dixe metirsiyê.

Çavkaniya ava Feratê ji Çiyayê Torosê li Tirkiyê û herwiha çiyayên Bakurê Kurdistanê ye. Ew çem li devera Cerabusê derbasî nav xaka Sûriyê dibe û di bajarên Reqa, Dêre Zor û Elbûkemal re derbas dibe piştre dikeve nav xaka Iraqê.

Dirêjiya Feratê nêzîkî 2 hezar û 940 kîlometre ye, ji wê 610 kîlometre di nav xaka Sûriyê ye. Panahiya çem jî derdora 200 metreyan e.

Hevkarê me Ceifer Mubeşirniya di vê videowallê de zanyariyan dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst