Partiyên Bakurê Kurdistanê: Pêwîstiya me bi bereyeke Kurdî heye

13-08-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Bi boneya cejna Qurbanê, partiyên Bakurê Kurdistanê serdana hev kirin û peyamên erênî dan hev.
Bi boneya cejna Qurbanê, partiyên Bakurê Kurdistanê serdana hev kirin û peyamên erênî dan hev.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Kurd Bereya Kurdî HDP HAKPAR PAK PSK
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî û rêxistinên Kurdî bi boneya pîrozbahiyên cejna Qurbanê serdana hev kirin û di peyamên xwe de tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya netewî ya navbera Kurdan û avakirina bereyeke Kurdî, ne tenê li Bakurê Kurdistanê lê belê li çar parçeyên Kurdistanê kirin.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pîrozbahiya cejnê dergehên xwe vekir. Di rewresma pîrozbahiyê de, ji bilî xelkê fraksiyonên siyasî jî cîh girtin. Rayedarên HDPê di rewresmê de bal kişandine ser pêdiviya yekîtiya netewî ya di navbera hêz û aliyên Kurdî de.

 

Parlementera HDPê ya Amedê, Salîha Aydenîz di vê derbarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Dem dema yekîtiyê ye, gelê Kurd divê bi helwesteke xurt û bi hêviya yekîtiyê cejna xwe pîroz bike.”

 

Şaredarê Amedê, Selçûk Mizraklî jî boneyên weke cejnê weke fersendeke baş ji bo pêkanîna jiyaneke hevpar bi nav kir û ragihand: “Heke em dixwwazin rewşeke baş derxine holê di sedsalên hatî de, divê em ji bo jiyaneke hevpar biafirînin, ev rojên wiha yên wek cejnê fersendeke baş e.”

 

Partiyên Kurdî yên Bakur jî dest bi pîrozbahiyên nav xwe kirin. Di pîrozbahiyan de babeta sereke her avakirina yekîtiya bereya Kurdî bû.

 

Endamê Rêvebiriya Giştî yê PAKê, Hanîfî Tûran jî ji Rûdawê re diyar kir, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, lê belê li her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstî bi bereyeke Kurdî heye.

 

Hanîfî Tûran got: “Em li gor wateya cejnê, em dixwazin di nav partiyên Kurdistanî de germahiyeke peyda bibe da ku ev bingeha yekîtiya me ya siyasî jî bi xwe re bîne, rastiyeke heye ku li Bakurê Kurdistanê jî li çar parçeyê Kurdistanê jî pêwîstiya me bi bereyeke Kurdî heye.”

 

Ji bo pîrozbahiya cejnê, şandek ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) serdana HAKPAR û PSKê jî kir.

 

Herwiha beşek ji partyiyên Kurdî ji bo sersaxiyê serdana HUDAPARê kirin, ji ber ku di rojên bihorî de cîgirê serokê giştî yê vê partiyê Mehmet Yavuz ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû.

 

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), Refik Karakoç di daxuyaniyeke li gel Rûdawê re tekezî lis er giringiya diyalog û serdanên navbera partî û aliyên Kurdî kir û diyar kir: "Di navbera partî û rêxistinên Kurdan de diyalog û serdan giring in, îro nebe jî sibê em mecbûr in bigihîjin hevdû, tenê em dixwazin siyaseteke rast û samîmî were şopandin da ku ev bingeha yekîtiyê ava bibe."

 

Pîrozbahiyên partiyên Kurdî dê di rojên dawî yên cejnê de jî berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst