Balafirên Tirkiyê çiyayê Metîna Bombebaran kirin

13-08-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kurdistan Balafirên şer Bombebaran Çiyayê Metîna PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, çiyayê Metîna li nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di encama bombebaranê de 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

 

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Sêşemî di daxuyaniyekê de ragihand, balafirên şer ên artêşa wî welatî di çarçoveya operasyona Pence de, binke û baregehên PKKê li çiyayê Metîna li nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di encama bombebaranê de 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

 

Derbarê vê êrîşa esmanî ya bo ser çiyayê Metîna de, PKKê hêj ti daxuyanî nedaye.

 

Çiyayê Metîna dikeve sînorê navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve û gelek caran bi hinceta hebûna baregehên PKKê, balafirên şer ên Tirkiyê vê deverê bombebaran dikin.

 

Tirkiyê ji 27ê Gulana îsal ve li ser sînorê bi Başûrê Kurdistanê re operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence, di du qonaxan de daye destpêkirin ku heta niha berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst